Live TV

Ciwanê Kurd Alî Çeven ku ji ber gotina "Ez Kurd im" a di hevpeyvîneke kuçeyan a medya civakî de bi hinceta ‘propagandaya PKKê kiriye’ hatibû girtin, piştî 8 meh û 10 rojan derket pêşberî dadgehê. Çevenê ku 8 meh in girtî ye, di danişîna îro ya dadgehê de nehate berdan. Alî Çeven dema hatibû binçavkirin jî rastî îşkenceya polîsan hatibû û herwiha li ser medya civakî jî ji aliyê nijadperestên Tirk ve gef lê hatibûn xwarin.
Parêzerê Çeven, Suphî Ozgen, îro 10ê Tîrmehê piştî danişînê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û û rexne li dadweriya Tirkiyeyê kir, rewşa Çeven rûbirûyî bûye wekî 'tewşo mewşo' bi nav kir.
‘Îronî û trajediya Tirkiyeyê!’
Parêzer Ozgen, rewşa muwekîlê xwe weke "îronî û trajediya Tirkiyeyê" bi nav kir û wiha got:
"Gava ku sempatîzan û alîgirên PKKê muwekîlê min Alî Çeven bi dijberiya xwe tawanbar dikin û navê wî dixin lîsteyên înfazê; tevî ku di jiyana wî ya normal û hemû parvekirinên wî de eşkere ye ku ew Kurdekî neteweperest û muhafazakar e, tenê ji ber axaftina wî ya di odeyeke TikTokê de di bin gef û zextê de, bi tawana 'propagandaya rêxistina terorê ya çekdar a PKKê' hat girtin.
Îro piştî 8 meh û 10 rojan di danişîna yekemîn a doza wî de biryara berdanê derneket. Her wiha biryar hat dayîn ku di derbarê wî de bi tohmeta 'endamtiya rêxistinê' û 'heqareta li Ataturk' gilî bê kirin."
Hejmarek Kurdistaniyên li bajarê Stenbolê ji bo piştgiriya Çeven beşdarî danişînî bûn. Danişîna doza ciwanê Kurd ji bo 16ê Îlonê hat paşxistin.
Parêzer Ozgen spasiya hemû kesên ku ji bo piştgiriyê hatibûn danişînê kir ku di nav de Serokê Kurd-Kavê Parêzer Celal Baykara, Parêzer Cemîl Çelîk, Parêzer Ahmet Belen, nivîskar û lêkolîner Ercan Îlgîn û gelek xizm û hezkiriyên Alî Çeven hebûn.
Kaynak: Dadgehê Ciwanê Kurd Alî Çeven piştî 8 mehan dîsa berneda: Tenê gotibû 'Ez Kurd im!'



The source of Kurdistan's Reality
We offer a direct link to the heart of Kurdistan, providing news and updates sourced directly from https://darkamazi.site/. Our commitment is to deliver news that reflects the true essence of Kurdistan.



Komara Kurdistanê li Mehabadê
Di Kanûna 1945an de Komara Kurd a Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed , serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve li Mehabadê (bakurê rojavayê Îranê) ku di bin kontrola leşkerî ya Sovyetê de bû, hate ragihandin . Barzani wek Wezîrê Parastinê û fermandarê artêşa Kurd li Komara Kurdistanê hate tayînkirin. Gava ku hêzên Îranê dest bi şerkirina bi hêzên Komara Mehabadê re kirin, Barzani bi hêzên xwe yên ku li dijî firqeya Îranî şikestin xwar, zû navûdengê xwe wekî fermandarekî jêhatî îspat kir, û yek ji wan kêm kesan bû ku teslîm nebû an jî neçû nav hêzên Îranî yên pêşve diçûn.
Di Gulana 1946an de leşkerên Sovyetê ji Îranê hatin vekişandin û li gorî Peymana Yaltayê hemû piştgiriya ji bo Komara Kurdistanê hat qutkirin . Di Kanûna wê salê de, Mehabad di dawiyê de ji aliyê leşkerên Îranê ve hat dagirkirin, ku piştî vê yekê cezayên dijwar ji bo kesên têkildar hatin birîn; serokkomarê Komarê Qazî Mihemed li meydana "Çwar Çira" ya bajarê Mehabadê ligel birayê xwe û pismamê xwe bi eşkereyî hat darvekirin, û hejmarek pirtûkxaneyên ku nivîsên Kurdî tê de hebûn hatin şewitandin.
Help us spread the word about Kurdistan. Share our news articles and updates with your friends and family, and let's promote a better understanding of our region together.