ÎRO SED SALVEGERA DARBÛNA ŞÊX SAÎD EFENDÎ YE

JI BO RAYA GIŞTÎ

Îro sed salvegera darvekirina Şêx Seîd Efendî ye, bûyerek trajîk ku ji bo gelê Kurd xalek werçerxek dîrokî bû.

Wekî Revenda kurdistane , di vê salvegera watedar de, em bi rêzdarî û spasdarî mezinên xwe yên hêja yên Kurd Şêx Seîd Efendî û hevalên wî yên ku bi wî re hatin darvekirin bi bîr tînin; em careke din ji raya giştî re pabendbûna xwe ya bi bîranîna wan û biryardariya xwe ya berdewamiya têkoşîna wan radigihînin.

Di sala 1925´an de, Şêx Seîd Efendî û hevalên wî ji bo bawerî, nasname û azadiya gelê Kurd serhildan kirin; ev berxwedan ji aliyê rejîma înkarker a Komarî ya wê demê ve bi xwînê hate tepeserkirin.

Di 29´ê Hezîrana 1925´an de, Şêx Seîd û hevalên wî ji ber ku daxwaza gelê Kurd a ji bo wekhevî, azadî û rûmetê anîn ziman, li Meydana Derêçiyê ya Dîyarbekirê hatin bi darvekirin.

Serhildana Şêx Seîd ne tenê tevgereke olî an etnîkî bû; ew têkoşîneke ji bo parastina maf, îrade û rûmeta dîrokî ya gelê Kurd bû. Ev berxwedan serhildaneke netewî û bi rûmet bû li dijî polîtîkayên monîst, asîmîlasyonîst û înkarker.

Tevî 100 salên ku derbas bûne jî, gelê Kurd îro jî bi şêweyên cûda yên heman zîhniyetê re rû bi rû ye:

Nasnameya me hîn jî bi destûrî nehatiye garantîkirin.

Zimanê me yê dayikê qedexe ye an jî ne fermî ye.

Çanda me tê înkarkirin, huner û dîroka me tê paşguhkirin.

Zindan tijî sûcên ramanî ne.

Hebûna me ya civakî li her deverê di bin zextê de ye.

Lê divê neyê jibîrkirin ku:

Dîrok mîrata kesên ku li ber xwe didin zindî dihêle.

Her çend berxwedana bi rûmet a Şêx Saîd, di van rojana de ji bo ku xwe li ber dijmin xweş xuya bike, bê rexnekirin jî, lê dengê wî îro jî di daxwazên gelê me yên ji bo azadiyê de dijî.

Têkoşîna wî ne tenê nexşerêya rabirdûyê ye, lê di heman demê de ya pêşerojê ye jî.

Bi vê boneyê, em careke din diyar dikin:

Têkoşîna gelê Kurd ji bo azadî û wekheviyê rewa ye, bi rûmet e û dê bi biryardarî berdewam bike.

Zilm demkî ye, têkoşîna gelê Kurd ji bo azadî û wekheviyê mayînde ye!

Şêx Saîd Efendi nemir e!

Em hemû şehîdên xwe yên ku jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin.

Divê gorên mezinên me yên Kurd, bi taybetî yên Şêx SAÎD, tavilê werin ragihandin.


Pêşewa Qazî Muhemed di dilê her kurdet welatparêz de ye

 

Pêşewa Qazî Muhammed, bi sekin û ramanê xwe yê netewî û kesayetiya xwe ve, wasîyeta ku bo gelê kurd li dû xwe hiştiye, bi  parastinnameya ku li mahkemê daye, di hişê her ferdekî Kurdê welatparêz de zindî ye.

Pêşewa bo Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê Komarek avakir. Komara Kurdistanê di jiyana xwe ya kurt de zimanê Kurdî, artêşa niştimanî, hêzên Pêşmerge, ala Kurdistanê, sirûda netewî û kabîneya wezîran, mafên jinan û gelek mijarên din ên girîng ava kir û diyariya gelê Kurdistanê kir. Dema Pêşewa xatir ji general Mistefa Barzanî xwest, ala Kurdistanê spart wî, ku niha li her derê Herêma Kurdistanê bi serbilindî bilind dibe.

Mixabim Qazî Muhamed û hevalên wî Seyf Qazî û Sadr Qazî, ku rojek wek îro di roja 31.03. 1947´an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê ji aliyê dewleta Îranê ve hatin li sêdarê xistin.

Gelê Kurdistanê dê Pêşewayê nemir Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîrtîne û wan di kûrayiya dilê xwe de diparêze.

Soz û peyman bo berdewamiya rîya wan netewî ya nemir Qazî Muhemed!




Kurdistana Mezin herêmeke dîrokî û zimanî ya gelê kurd e ku di çar parçeyên sereke yên Welatên Navendê Rojhilatê Navîn de belav bûye. Ew parçeyên Kurdistanê yên sereke ev in: Bakurê Kurdistanê (li Tirkiyê), Başûrê Kurdistanê (li Iraqê), Rojhilatê Kurdistanê (li Îranê), û Rojavayê Kurdistanê (li Sûriyê). Kurd li van herêman zindî dikin û di vê xebatê de bi xwediya ziman, çand û nasnameya xwe dimeşin. Hin rêxistinên neteweyî dixwazin welatek xwe bilîzin, lê hin jî dixwazin azadî û mafên xwe di nav dewletên heyî de bistînin. Kurdistan jî bo gelek miletên din wekî nişaneyek azadî, berxwedan û hevserokî tê nas kirin.